“…Pirsgirêkên demokratîkbûnê di dîrokê de her hebûn. Çawa ku dixwazin nîşan bidin, diyardeyek e ku bi modernîteya Ewrûpayê re derneketiye holê. Di xwezaya civakan de meylên demokratîk her hene. Her hebûn der barê xwe de xwedî însiyatîf, rêveberin û berdayînê ye. Em vê yekê di her hebûnê de dibînin û demokrasî bi xwe jî bi van diyardeyan girêdayî ye. Ez yeqîn dikim ku ev dîtineke gerdûnî ye.
Di dîroka şaristaniyê de nexasim di dema destpêkê ya Sumeran de saziyên meclîsan ên ji berdevkên civaka cotkaran û gelê bajaran pêkhatî bi roleke girîng rabûne. Bi qasî ku tê dîtin, saziyên demokratîk ên pêşî ne li Grek-Atînayê, lê li bajarên Sumeran pêk hatine û ev rastiyek e ku mirov nikare înkar bike. Bi demê re giraniya rahib, rêveberê polîtîk û rayedarê eskerî zêde dibe, lewma saziyên demokratîk dikevin dereceya duyemîn û girîngiya xwe ya di rêveberiyê de ji dest didin. Di serdema Nemrût û Firewnan de ku serdema qral-xwedeyan e, bi tevahî gel weke ‘evdên afirandî’ têne dîtin û lewma mirov êdî nikare behsa saziyên demokratîk bike. Pêvajoyên bi heman rengî hema hema li cem şaristaniyan hemûyan hatine dîtin. Em mînaka vê ya dawiyê di Serdema Destpêkê de li cem Atîna û Romayê ji tecrûbeyên wan ên komar û demokrasiyê dibînin.
Serdema Navîn di dema destpêkê ya Xiristiyantiyê de, ango hê weke dînê fermî yê Împaratoriya Bîzansê nehatibû qebûlkirin û di salên destpêkê yên Îslamiyetê de herçiqasî hêmanên demokratîk girîng bûbin jî rêûresma îmapratoriyê ya bi hêz bandora van hêmanan bi lez tesfiye kiriye û bi rêveberiyên navendî yên hişk hebûna xwe dewam kirine. Li parzemîna Ewrûpayê di serê salên 1000’î de saziyên nû yên bajaran demeke dirêj bi rêûresmên demokratîk hatin birêvebirin. Bajar demeke dirêj neçar man li dijî otorîteyên feodal saziyên xwe yên serbixwe û demokratîk biparêzin. Di berxwedana civakên gundan ên serbixwe (bejahiya derveyî bajaran) û prensan li dijî rejîmên qraltiyan de hêmanên demokratîk bi roleke girîng rabûn.
Qraltiyên ji sedsala 15. û pêve veguherîn monarşiyên mutleq, mîna şaristaniyên ji rêûresmê saziyên demokratîk bi giranî li derve hiştin. Bi tenê li Girava Brîtanyayê Magna Charta ya di sala 1216’an de li dijî qraltiyê bi awayekî fermî dan qebûlkirin weke rêûresmeke demokratîk hebûna xwe parast. Şoreşa Mezin a Fransî ya di sala 1789’an de, tevî ku li dijî monarşiya mutleq weke şoreşeke gel destpê kir, bi demê re veguherî dîktatoriya bûrjûwaziyê. Vê dîktatoriyê xwe weke dewleta netewe bi rêxistin kir û xwe di ser monarşiya mutleq re bi otorîteyekê gurçûpêç kir. Bi polîtîkaya Împaratoriya Brîtanyayê ya perçe bike-bi rêve bibe dewletên netewe yên piçûk li Ewrûpayê zêde bûn û bi vî awayî statukoyeke balansê hat avakirin. Rejîmên di çarçoveya dewleta netewe de dimeşiyan, tevî îdeayên xwe yên lîberal hemûyan weke rejîmên olîgarşîk ên ji elîtan pêkhatî bûn. Saziyên parlementeran ên heyî ti carî nikarîbûn serweriya elîtên olîgarşîk tesfiye bikin. Hemin saziyên demokratîk ên xwe dispêrin têkoşîna demdirêj a gelên gund û bajaran jî bi temamî tesfiye nebûn. Ji lewra demokrasiya heta roja me ya îro li Ewrûpayê dimeşe, demokrasiyeke çînî ye ku naveroka xwe ya gelêrî gelekî kêm e, û di bin destê olîgarşiya bûrjûwaziyê de ye. Piştî salên 1950’î Yekîtiya Ewrûpayê YE, tevî ku hewl da konfederasyoneke yekîtiya demokratîk di ser dewleta netewe re pêk bîne jî yekdestdariya olîgarşîk a dewletên netewe nayê şikandin. Tecrûbe û ezmûn girîng in, lê şensê serketinê vebirrî û teqez nîne.
Çawa ku li tevahiya dinyayê pêk hat, Împaratoriya Osmanî jî li ser bingehê şoreşa îndustriyê ji sedsala 19. û pêve di serî de Împaratoriya Brîtanyayê ya hegemonya xwe misoger kiribû ket bin bandora hêzên mezin ên Ewrûpayê. Împaratoriya Osmanî li gorî rêûresma dewletê ya Rojhilata Navîn hatibû avakirin. Ji ber ku ekolên dewletdar ên netewe bi lez pêş diketin, Împaratorî ji bo ji hev de nekeve li ser bingehekî burokratîk hewl da xwe nû bike û xwe veguherîne dewleteke netewe ya navendî ya şidandîtir. Ji lewra xwestin isyanên navxweyî bi dijwarî bitepisînin. Di encamê de bi giranî li Anatolya û Bakurê Mezopotamyayê Komara Tirkiyê ya îro ya ji milletên Tirk-Kurd û gelek komên etnîk pêkhat ji Împaratoriyê mîras ma. Di vê pêkhatinê de Împaratoriya Brîtanyayê bi rola diyarker rabû. Bi demê re bûrjûwaziya bi nav Tirk lê ji gelek milletan pêkhatî ji serê sedsala 20. û pêve xwe weke Partiya Îttîhad û Terakî bi rêxistin kir, bi milliyetgiriyeke gelekî hişk pêşî di dema Meşrûtiyeta Duyemîn de û paşê jî di dema rejîma Komarê de gavavêt dîktatoriyê. Di nava dewletê de tevî hebûna lîderên karîzmatîk ên weke Mistefa Kemal Paşa dîktatoriya olîgarşîk a burokratîk di nava dewletê de hebûna xwe heta roja me ya îro parast. Gelek cemiyet û partiyên siyasî yên legal û îllegal ên bi navikê bi ser dewletê ve –bêyî ku mirov wan weke laîk-dîndar, rastgir-çepgir ji hev cuda bike- ji bo dîktaya olîgarşîk bi sazî bibe û bandora wê ya îdeolojîk bi cih bibe, bi kêr hatine û bi vê rabûne û rûniştine. Dadgehkirina Ergenekonê ya di roja me ya îro de hewl didin bimeşînin, bi vê rêûresma dîktaya olîgarşîk re ya di sedsala dawî ya nava dewletê de têkildar e. Dadgehkirina Ergenekonê dikare çarenûsa demokrasiyê diyar bike û ji vî alî ve mirov dikare gelekî girîng bibîne û bi vî awayî binirxîne.
Li Tirkiyê demokrasî tevî ku mijarek e, ji Meşrûtiyetê û heta ji Tanzîmatê ve tê guftûgokirin jî weke teorî û sazî pêş neket; nexasim demokrasî di nava demos’a xwe de ango di nav gel de bi cih nebû. Ya rastî di navbera du komên neqane yên olîgarşîk de, veguherî lîstikekê û hat lîstin. Ango di navbera eşrafên giregir ên li derveyî dewletê û burokrasiya dewletê de. Van herdu komên olîgarşîk her tişta bi rastî bi berjewendiyên gel re têkildar tepisandin, pelixandin. Sîstemê xwe li dijî gel ji aliyê aborî, îdeolojîk, polîtîk, eskerî û çandî ve gelekî şidandî û veşartî ava kir û bi awayekî têkûzkirî xwe heta roja me ya îro anî. Lê têkoşînên gel û avahiyên civakî yên bi pêş ketin ji roja damezrandinê ve û di şertên roja me ya îro de her ev sîstem hejandin. Pirsgirêkên demokratîkbûnê bi van bûyeran ve girêdayî pêş ketin. Ji ber karekterê rejîmê yê girtî û hişk milliyetgir, dîndar, cinsiyetparêz û ji ber îdeolojiyên din ên zanistiya pozitivîst, di qada guftûgoyê de ev bi rêkûpêk bi nav jî nehatin kirin. Huqûq ji rêzik û pîvanên dewletê wêdetir nebû tiştekî din. Ti carî derfet û îmkan ji bo huqûqa gel û ferd nehat dayîn. Yên hatin dayîn jî timî bi dewletê ve girêdayî bûn û misêwa bi derban ji rêya xwe diman. Ne azadiyeke îfadeyê ya manedar hat qebûlkirin ne jî azadiya rêxistiniyê hat qebûlkirin. Azadiya rêxistinî û îfadeyê ya xwe nasipêre konsensuseke civakî ya berbiçav pirrî caran tesfiye bû. Wexta azadiya rêxistinî û îfadeyê nehat qebûlkirin, ji bo vê konsensusa civakî pêk nehat, ji bo gel, cemaetên dînî û çînên bindest ên qadên sereke yên demokratîkbûnê ne, azadiya rêxistinî û îfadeyê têra xwe bi cih nehat anîn. Di vê mijarê de her heqê tê îdeakirin heye, her gavavêtin yan qet bi cih nehatin anîn, yan bi darbeyan an jî bi hin qanûnên ji hêsin ên nivîskî û neniviskî bêhn li wan hat çikandin. Der barê Kurd û Kurdistanê de jî ev qanûnên ji hesin ên nivîskî û nenivîskî bi awayekî hişk pêk anîn. Qanûnên herî hişk li ser Kurd û Kurdistanê bi awayekî bêrehm bi cih anîn. Tevî ku bi fizîkî ceza kirin, li ser navê Kurdîtî û Kurdistanîtiyê çi hebe bi bernameyên asîmîlasyonîst gelekî hûrûkûr û bi awayekî berfireh tesfiye kirin, qedexe kirin yan jî bi helandina di nava îdeolojiya fermî de hewl dan tine bikin. Li dijî van polîtîka û qanûnan gelek komik rabûn. Yek ji van koman jî PKK bû. Di nava rêûresma çepgir de rabû. Komek mirovî ew pêkanî, û bi salên 1970’î re dest bi têkoşînê kir. Di gelek qonaxan re derbas bû. Di berdêla êş û azarên mezin de heta roja me ya îro hat û gihişt salên 2009’an. Têkoşîn û berxwedana PKKê ji bo pirsgirêkên demokrasiyê derkevin holê û bêne çareserkirin bi roleke mezin rabû.
Di bin van şert û mercan de DYE û YE weke berê ji aliyê olîgarşîk ve xwe ferz nakin û ji vê xwe dûr digirin. Ji ber ku bûyerên berjewendiyên wan dixin tengasiyê diqewimin û ev jî dihêle ku li çareseriyên demokratîk vekirîbin. Di vê çarçoveyê de atmosfera polîtîk a Tirkiyê cara pêşî ye, dihêle ku şensê çareseriya demokratîk zêde bibe. Ji lewra pêdiviya bi destûreke bingehîn a nû ya xwe bisipêre konsensusa civakî ji bo çareseriyê yek ji şertên pêşî ye. Li ser vî bingehî, bi konsensusa tevahiya beşên civakê, mafên bingehîn ên ferdî û civakî, û mafê azadiya xweîfadekirin û xwebirêxistinkirina demokratîk bêne misogerkirin, ev yek (ji bo çareseriya demokratîk) di asta diyarker de girîng e. Destûreke bingehîn a li ser maf û azadiyên civakî û ferdî pêk bê, wê bi awayekî rastî naveroka huqûqî, laîk, civakî û demokratîk a Komarê kêrhatî û misoger bike.
Di vê çarçoveya destûrî de çareseriya pirsgirêka Kurd jî wê pêkan be, weke ya pirsgirêkên din ên civakî. Komareke ku karibe kirasê teng ê dewleta netewe fireh bike û pêre Kurd mafên xwe yên civakî û ferdî bi dest bixin, bihêlin parçebûna wê, wê stûneke ku di dîrokê de bi rola sereke ya avakirinê rabûye qehîmtir bike û bi vî awayî wê yekparebûneke demokratîk a rastî û mayînde pêk bîne. Li ser vî bingehî, wê karibe xwe ji trawmayên giran, ziyana mal û can a dawî lê nayê, êş û rondikên çavan xilas bike. Bi vî awayî, ewlehiya millet û welat, bextewarî û xweşhaliya wan wê mayînde bibe…”
Full Screen