BI ME SERBILIND BIN

“Me li ber xwe da, me çong dananîn, bi me serbilind bin”

ji aliyê prtadmin

Gotina Rêbertî ya “Tişta li vir tê darizandin ne şexs civak, ne kêlî dîrok e”, rêgeza rexneyê li hemû qadan, bi hostatî û afirînertiya hunermendekî pêk tîne.

Jixwe hêza herî mezin a Rêbertî ev e ku bi çavekî rexneyî li her tiştî dinihêre. Ev şêwazekî jiyanê ye.

Ya heyî li gor wê dijî. Ji lewra timî hewl dide ya nû ava bike. Di zaroktiya xwe, ciwantiya xwe de û niha jî ya dike ev e. Di demeke ku çi tesfiyegeran çi jî xeta tesfiyeger a “reformxwaziya sosyal” ku di dema dawî de rû da, êrîş dikirin, hewl didan vê rêgezê tune bikin û ev rêgez hatibû paşdexistin, valatî, hînbûnên berê yên careke din zindî bûn, texrîbatên ku ji ber van rû dan û hê jî di astekê de em wan dijîn dema em li ber çavan digirin, girîngiya vê rêgezê hê baştir wê bê fêmkirin.

rêgezên jiyanê yên Rêbertî mîna parçeyên organîzmayekê ne ku hevdu xwedî dikin, diparêzin, mezin dibin, dema bêfonksiyon dibin jî tesîreke berevajî dikin. Ji lewra li ser esasekî rast jiyandina wê û bi awayekî yekpare girtina dest heyatî ye.

Full Screen

Şunları da inceleyebilirsiniz

-
00:00
00:00
Update Required Flash plugin
-
00:00
00:00