CIZÎR

PIRTÛKA DUYEMÎN

ji aliyê prtadmin

Li warê şoreşê, cihê ku me ewilî dîtiye Cizîrê bû. Her tiştên destpêkê xweş in û li ser mirov tesîrên cuda diafrînin. Dema me ew sînor qutkirin û em derbasî binê xetê bûn, weke ku em çûbûn dinyayeke din li me hat. Çîroka me ya rê, bi serê xwe mijareke vegotinê ye, lê em vê yekê niha ji xwe re dihêlin. Em bawerin ger, we sedema wê zanîba, dê we jî maf bida me. Ger em dubare vegerin mijara xwe, jixwe di ev cîlta pirtûkê ku di destê we de ye, hem berdewamiya pirtûka “Serdema Nû ya Şoreşan Şoreşa Azadiya Rojava” ye, hem jî bi serê xwe ji bo naskirina Cizîrê û pêşketinên şoreşgerî yên li wê derê çavkaniyeke bingehîn e. Ji aliyê erdnigariyê û pêşketinên siyasî û cîvakî ve bajar bi bajar, roj bi roj pêşketinên di nava şoreşê de çêbûne vedibêje. Ji ber vê yekê em di vê derê de nakevin kîteyên wê. Em tenê dixwazin hin agahiyên ku me çavdarî kirine û lêkolîn kirine bi we re parve bikin.

‘Cizîr’ ango `Cezîre` peyveke bi zimanê Erebî ye ku tê wateya “girav”ê. Dikeve hêla rojhilatê Rojavayê Kurdistanê. Di navbera çemên Dîcle û Xabûrê  de ye. Lewra jî li ser nexşeya cografîk wek giravekê xuya dike. Li rojhilatê Cizîrê navçeya Endîwerê heye. Endîwer cihekî dîrokî ye û di dema xwe de navendeke girîng bûye. Strana bi navê “Endîwerê paytext e” jî wateyek xwe dîrokî heye.

Full Screen

Şunları da inceleyebilirsiniz

-
00:00
00:00
Update Required Flash plugin
-
00:00
00:00