DÎSA KÊM DIMÎNE HELBEST

ji aliyê prtadmin

nebêjin çima

ji ber bersiv wê nebe

ma wê bersiva min ji bo we çi be

gelo ezê çawa bibêjim vê dema nexweş

ji xwe jîna veşartî êdî xuya ye

vegotina wan derdan dil dihelîne

birîna vedike lê derman jê re nîne

ez nizanim çawa derbasbe ev

vegotina bi firmêskên ji xwînê

dirijînin weke çeman

ji xem û gumanan dil bûye jar

digere nagere bê hedar

lê tu bersivan nabîne

dide bersiva du rêkan

wêrekiya demên bê wefa

Full Screen
-
00:00
00:00
Update Required Flash plugin
-
00:00
00:00