Em herî zêde li ser xala girêdayî îdeolojiyan tiştê pêwîst e pêk bên çi ne, rawestin. Lewra îdeolojî ji bo çi ne, bi taybet jî em ê nasnameya îdeolojî li gorî sîstemên cur bi cur bigirin dest. Bi giranî em ê li ser nasnameya kapîtalîzm û emperyalîzmê ya îdeolojîk rawestin. Di heman demê de em ê nasnameya tevgera azadiya gelê Kurd, têkoşîna wê ya îdeolojîk şîrove bikin? Qada vê tevgerê ya îdeolojîk li ku ye û çawa tê meşandin; rexên wê yê ragihandin, zanyarî, çand û hunerê, em ê herî zêde li ser van mijaran bisekinin.
Dema îdeolojî tê gotin, gelek nirxandin li ser tên kirin û gelek tişt di vê derbarê de tên ziman. Lê belê di bingehê de her çîn, gel û neteweyek di her qadeke têkoşînê de li gorî çarçoveya berjewendiyên xwe li îdeolojiyê temaşe dike. Yanî îdeolojî tiştekî wiha mutleq nîne. Ji bo her kesî, her demê ji her çînê re, fikrek û rêkûpêkbûna fikrekî nîne. Bi gelemperî formulasyona tespîtan e. Kûrbûn an jî zêdehiya fikrî ye. Di çarçoveya berjewendiyên çînekê yan jî gelek çînan bi hev re ye. Yan jî di çarçoveya berjewendiyên civakê bi gelemperî de ye. Lewra mirov nikare îdeolojiyê wek têgîneke gelemperî bigire dest. Ji bo her demê û her kesî ne weke hev e.
Full Screen