“…Pirsgirêka Kurd ya ku di parêznameya min de mijara sereke ye, di nav reseniya xwe de, bi rasteqîniyeke civakî ku di pêvajoya belavbûneke pir alî de, ji bûyina xwe heta bi gihîştina xwe, di pêşveçûnên ber bi şaristaniyê ve û bi têkilî û nakokiyên ku jiyayî ve girêdayî ye. Nirxandinên binyata çînî û neteweyî ku bi pîvanên hemdem tên kirin, derfetên têgihîştina rasteqîniya Kurd nade.
Nirxandinên ku di vî warîde werin kirin jî, ewên ne berçav bimînin û wê gelek şaşiyan bi xwe re bînin. Vê pirsgirêka ku sînorên Rojhilata Navîn hilweşandine û ketiye rojeva Ewrûpa û gelek hêzên hemdem, pêwîstiyê nîşan dide ku di nav dîroka şaristaniyê de bê nirxandin. Heger bingeha ku pirsgirêk pêve girêdayî rast neyê terîfkirin, encamên rast yên hiqûqî jî wê werin astengkirin. PMME û DMME (Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewrûpa), du saziyên demokratîk yên Hiqûqê ne ku şaristaniya Ewrûpa vê dawiyê pêşêxistine. Rastiya ku neyê nîqaşkirin ev e, şaristaniya dema me ya tekûz û serdest, bi pîvanên nirxê Ewrûpa tê temsîlkirin. Kurdên ku îro bi awayekî pêkenokî (îronîk), li ber deryê Ewrûpa li çareseriya pirsgirêkên xwe digerin, bixwe çavkaniya bûyina vê şaristaniyê ne. Dayîkeke gelekî pîr, ji wan zarokên xwe yên ku bi hezar salan di dergûşê de mezinkirine û ji aliyê wan ve êdî nayê naskirin, dadmendiyê dixwaze. Gelo mafê vê dayika şaristaniyê wê were dayin? Pirsgirêk hinekî jî wiha hatiye kilîtkirin. Hêza civakî û ya ferdiyîkirin li pêşberî hev in. Erdnîgariya Rojhilat û Rojava, Asya û Ewrûpa, û 23 ya Anatolya û Grek, mîna şanoyekê xûyane û bûne eniyeke li pişt şanoya Îmralî ku tê pêşandan.
Heger kesekî bêkêr jî, bi bal binêre, liser vê şanoya darizandinê yê li bersiva van pirsan bigere: Senaryoya vê şanoyê kê nivîsî, rolên diyarkirî çawa li hev hatin parvekirin, aktor û fîgûran kî bûn û xwestin kîjan mesajan bidin temaşevanan? Doza min ya ku DMME kiriye rewşeke teng û ferdî, bi nirxandineke wiha wê gelek rastiyan dûrî çavan bigire û yê perdeya şanoyê ya dawî bilîze. Jibo ku ne kevine vê rewşê, pêşveçûnên dîrokî yên bi xwîn û êşkence ku saziyên hiqûq yên demokratîk li hember van damezirîne, heger biryar û rêvebirineke dadwer ne meşînin jî, bi baweriya ku yê derfetê bide nirxandineke azad, ez ronîkirina dîroka kirêt, bi xwîn û bextreş a li pişt doza xwe, peywireke bingeh dibînim. Nirxandinên ku ez dixwazim, di bin beşên sereke de pêşbixim, ji aliyekî ve bi armanca parêziyê ne, ji aliyê din ve jî ez dixwazim bidim nîşandan ku çend sal in, bi jiyana min ya di hicrê de û bi bandora ku liser hişê min kirî, yê kêm bimînin. Ji ber van sedeman, dozên dîrokî nirxandinên dîrokî dixwazin. Ev doza ku êş û windakirinên wê mezin, jibo ku her kes ders jê bigire, pêwîst e berpirsiyar daxûyaniyeke serketî bidin. Layiqê dozên dîrokî û ya pêwîst jî ev e. Ev peywir, çiqas ku biwate were bi cîh anîn, Doz bi xwe jî yê layîqî navê xwe yê dîrokî be…”
Full Screen