Tê zanîn ku di hemû qonaxên pêşketinê yên girîng ên dîroka mirovahiyê de, kesayetiyên dîrokî derdikevin meydanê û mohra xwe li pêvajoyê didin; her wiha ji bo ku dîrok û mirovahî pêngavên mezin biavêje, pêvajoyên şoreşgerî pêş bikevin û pêşketinên civakî pêk bên, bi rolên girîng radibin. Eger mirovahî pêş ketibe û hatibe asta îro ya şaristaniyê û civakan bi pêşxistina gelbûnê re bi awayê çandên cuda hebûna xwe ya neteweyî domandine, di binesaziya wê de rola diyarker a van kesayet û pêşengên dîrokî heye. Bêyî ku pêşengtî û kesayetiyên ku ya dîrokî, rojaneyî û pêşerojê di kesayetiya xwe de dijîn, wê di fikir de dike program û bi stratejî û tektîkan berê civakê dide hedefên li pêş, dibe deng, guh û çavê civekê û van taybetmendiyan di kesayetiyekê de bi cih dike, bi kûrbûna xwe ya îdeolojîk-felsefîk û pêşdîtina xwe di nava civakê de coş û kelecanê diafirîne hebin, pêkhatina pêngavên mezin ên civakî û pêkhatina pêşketina dîrokî ne mimkûn e. Kesayetiyên wisa; bi jiyan, çalakî û têkoşînên xwe ji kes bûnê derketine û bi rastiya xwe ku dibe civakî, dibe sazî, bi temamî bi armancên civakê re dibin yek û êdî bi temamî wan dijîn, her wiha weke kesayetiyên dîrokî bi taybetmendiyên xwe yên kesî, bûne xwediyê rastiyek ku berê pêvajoyê diyar dikin.
Pêşengiyên dîrokî, weke kes dertên holê û bi qadroyên di asta pêş de ku li ser bingeha sîstemên xwe yên hizirî pêş xistine 15 jî, dibin tevgereke pêşengtiyê. Pêşengên dîrokî ku di keseyetiya bi dehan qadroyên de di asta pêş de xwe îfade û ber bi çav dikin, xwe dispêrin meziyet û qebiliyetên bihêz ên piralî ên wan, dibin bi milyonan û her wiha xwe digihînin serkeftinê. Tenê yên wisa tevdigerin, mohra xwe li dîrokê didin û dikarin bibin pêşengiyên rasteqînî. Ji bo serkeftinên mezin, fedakarî, wêrekî û qebiliyetên mezin ên van qadroyên di asteke pêş de, dibe bingeh. Ev kesên bûne malê dîrokî, ji van kesan gelek di asteke têrê dike de vegotin an jî nivisîn yek ji mijarên herî zehmet e. Ji ber ku ev kes, kesayetiyên wisa ne ku ne bi çendek aliyên xwe ve bi gelek aliyên xwe ve mohra xwe li jiyan û çalakiya mirov didin û qebiliyetên mirov ên pêşketî û berfireh bûyî di kesayetî de û bi helwestên xwe dijîn.
Tevî gelek hewldanan, heya bi îro pirtûk an jî nivîsek ku asta wê têrê dike ya Rêbertiya me, Rêber Apo vedibêje pêş neketiye. Ji ber ku Rêbertî nivisîn û dan der ne bûyereke hêsan e. Ji bo vê, kûrbûn û hêzeke li asta pêş divê. Di demên pêş de teqez kesên ku vê erka mezin pêk bînin wê derkevin. Lê hê jî behsa kesên ku wisa gihîştine asteke bilind a hunerî kirin ne gengaz e. Ji derveyê çarçoveya me û li qadên cuda kesayetiyên evqes pêşketî dibe ku hebin lê belê bi awayekî sotîner (yakıcı) pêwîstî pê heye ku kesên di vê mijarê de perfomansa hewce ye nîşan bidin pêş bikevin. Rêber Apo li Kurdistanê tevgereke nû ya rêbertiyê pêş xistiye. Dîsa, gelek milîtanên pêşeng ku Rêber Apo gihandiye, bi îdeolojî û felsefeya xwe, bi terza xwe ya perwerdê ya veguherîner, derxistine holê ku li ser şopa Rêbertiyê dimeşin, bi fedakarî, lehengî, wêrekî û fezîletên li pêş ên mirovatiyê xwe amade kirine, bûne xwediyê îradeyeke ji pola vegotin û nivisîn jî bûyereke zehmet e.
Full Screen