Me di cîlda dawî ya pirtûkên xwe de jî xwest Kobanê, Efrîn û Helebê bigirin dest. Her çiqasî li ber şert û mercên şer, me nikarîbe em biçin Helebê jî, kesên dizanin ji me re gotin, “dîtin û fêmkirina Efrîn û Kobanê, têrê neke jî tê wateya dîtina Helebê jî.” Bi rastî jî, her çiqasî her cihekî şoreşê em pir tesîr kiribin jî, tesîra Kobanê û Efrîn’ê pir cuda bû. Mirov dikşîne nava xwe; her axaftin, sûred, nêzikbûn, kar ji me re pir xwezayî hat. Weke ku em 30’î sale li wir jiyan dikin. Dibe ku hûn bibêjin her cihekî Kurdistanê dişibe hev, rast e; lê dîsa jî me li Kobanê û Efrînê çêjeke naye îfadekirin girt. Em herdu jî, fersendê careke din çûyinê digerin. Jixwe Heleb jî di dilê me wê her hesretek be…
Di derheqê Efrîn, Kobanê û Helebê de bi kûrtasî be jî em dixwazin hin agahiyan bidin. Jixwe di nava hevpeyvînên ku me kiriye de ji her alî ve tê destgirtin.
Full Screen