“…Îdîanameya ku ji hêla dozgerê dadgehên cudahiyê yên Atînayê Andonîos Plomarîtîs ve hatibû amadekirin, ji aliyê min ve, çendî bi zorê be jî, bihedan di ber çavan re hate derbaskirin. Kurtaseya îdîanameyê di der barê kesaniya min de: Serokatiya siyasî ku mafê xwe yê çûyîna hundirê Komara Elen nîn e, çûyîna wî weke fikarmend û rêvekerê encamên ku dibine sedemên şer û her wiha mînanî hilkeftineke ku dikare dostanî û aştiya bi hevgirtîan re, bi taybet jî bi Tirkiyeyê re xirab bike tê nirxandinê û bi vê ve eleqedar tê xwestin ku cezayê zagona bi hiqûqa netew ve pêwendîdar bê sepandin. Ev nêzîkatî; pir teng, xweperest, mafên mirovan bi tiştekî nahesibîne û wekî din jî berjewendiyên rastîn ên gelê Elen paşçav dike û ji perspektîfa dîrokî pêmen e. Ya herî tirsnak jî, ew nêzîkatiya çîna serdest a kevneşopî û nêzîkatiya etnisîteyê ye ku ji rasteqîn û viyana gelê Kurd a ku temsîla xwe di kesayetiya min de peyda dike û ji mafên herî demokratîk ên mirovan, di asta herî kêm de jî qal nake, nayîne berçav û ew helwest e ku di dîrokê de paşverûşoven e û biyaniyan weke “barbar” pênase dike. Û dîsa ev nêzîkatî berevajiyê hiqûqa Yekîtiya Ewropa û PMME’yê ku, endamê wê bi xwe ye. Revandina min weke mafekî dibîne û bi rengê “qewitandin” dinirxîne. Dîsa weke ku li ser bingehê di dîrokê de komploya herî girîng û mezin xiyanetek nebûye mijara gotinê, nêzîk dibe û dixwaze bide bawerkirin.
Şûngeha ku dadgehê di nav nirxandinên sihêl û teknîkî de dixeniqîne, dewletê di serê her tiştî de digire, hemû maf û taybetmendiyên takekes mandel dike û qasek zûtirîn dixwaze jê bifilite, tê xwestin ku bi teşeyê dozekê were arastekirin. A herî KURDÊ AZAD NASNAMEYA NÛ YA ROJHİLATA NAVÎN E zêde girîngî pê dide çemkeke mînanî “ez li hember aştiya Helen di hilkeftineke herî gefxur de peyda bûme” tim dubare dike û wisa hizir dike ku komploya ku hatiye çêkirin û xiyaneta mezin a tê de, dê karibe veşêre, ger ev nebe jî dirûveke teşqeleya hiqûkî ya jirêzê bidê û bêgirîngî bike. Di der barê tewanbarên rastîn de gotinek jî nabêje û heta di pêşî de dipejirîne ku peywirên xwe bilayîqî anîne cih. Dema ku em tînin berçav, ku têgîna “Demagojî”yê di nav siyaseta serdest a Elen de hatiye darijtin, em hingê li hember nêzîkatiya meqamê îdîayê şaşwaz nabin. Ew, peywira ku ji hêla meqamên siyasî ve pê hatiye dayîn, pir biderengketî, da ku ezbeniyên wî xisar nebînin bi teşeyekî herî hostatî tîne cih.
Pêwîst e ku birêz dozger û endamên desteya hilbijêran ên dadgehê li hember vê vacê bin nekevin. Ev doz, qasî doza Sokrates ku di dîroka Atînayê de darizandineke herî trajîk e, xwedî naverokeke ku dikare encamên girîng û dîrokî bi xwe re bîne. Bi vê bûyerê ve eleqedar bi sedan rêhevalên min ku bi şewitandinê xwe kuştine û travmaya gelê Kurd ku rojane dije, weke encamên pêşîn tirsnakiyê radixine ber çavan. Her wiha hilkeftina min a Atînayê û pêşketinên pê ve girêdayî biwergir daxistina holê, her çende ku bêeleqe xuya bike jî girîngiyeke mezin qezenc dike.
Ez pêncemîn sala trajediyê dijîm. Her roja wê ji çend mirinan xirabtir diborînim. Ev rasteqîna ku ez têxistime vê rewşê ku em rabin û jêderka wê ya Atînayê mandel bikin, emê qasî rastînên dîrokî, li hêviyên xwe yên dahatûyê jî xiyanetê bikin. Dê ew komploger û xiyanet xwe biveşêrin û mirovên “pak û xweşik” ku di dilên wan de bimafdarî doza gelên wan û azweriyên pê ve grêdayî hene, weke tewanbaran bêne lekekirin. Vê peywirê him ji bo gelê Helen û him jî ji bo gelên Kurd û Tirk û dostên dîtir ên eleqedar bi cih neanîna min, de nebibûya helwesteke rast. Piştî ku ez hatibe radestkirin têkiliyên Yewnan û Tirk nerm bûn. Em bi vê yekê tenê memnûn dibin. Lê heke ku xwe nasipêre nirxên bingehîn, divê KURDÊ AZAD NASNAMEYA NÛ YA ROJHİLATA NAVÎN E em ji bîr nekin ku dê bi hisranê encam bigire. Ez îdîa dikim ku; hilkeftina min a Atînayê li ser dostanî û aştiyê ne hereşe, berevajî ji bo dostanî û aştiya rastînê dê rola gavavêtinên herî dîrokî bileyize. Dostaniya sexte ya Yewnan û Tirk weke ku dibe encamê neyekser ê vê hilkeftina min, dostanî û aştiya rastî jî dê bibe encamê yekser. Ev tirajediya ku ez dijîm li ser gelê Helen barkirin çendî ku weke pêwîsteka çanda cîdayî be jî, ezê vê şaşitî û tewanbariyê weke ku dozger dike, bi Helenîzmê ve girênedim. Ezê, giraniyê bidim ser wê nasname û kesayetiya ku nimûneyên wê weke ku di dîrokê de pir tê dîtin hebandina xwedayên tirsek, xweperest û sexte ji xwe re kirine hînbûyîn û bi vî awayî xirabkarî, êş û paşveçûnên ku Helenizmê maf nekiriye, lê çespandinê. Ger pir ji dûrahiyan be jî ezê nêzîkatiya me ya dîrokî bi çanda Helenîzmê ve û nêzîkatiya ku ciyê wê di çanda Enedolê de mandel nake biparêzim. Weke ku ez di wê zanebûnê de me ku dahatûya gelên herêmê, di serî de gelên Helen, Tirk, Kurd û Ermen di azadî, aştî û dostaniyê de derbas dibe, ezê kevneşopiya mirovên hişmend ên mezin ku gelek mînakên wan di dîrokê de tê dîtin esas bigirim.
Weke pêwîstiyeke ku dikare tevkariyê ji vê nêzîkatiyê re bike, parêznameya xwe çendî ku di nav mercên zor û kêm derfetan de be jî, di bingehê dîrokî, felsefî û zanistiyê de hildana dest weke peywirekî dizanim. Bi wê zanebûna ku ji bo kesaniya xwe tiştekî daxwaz nakim, ezê hewl bidim ku li hember gelê me û mirovayetiyê berpirsiyariyên ku dikevin ser milên min bînim cih. Ez bibawer im ku ev nêzîkatî dê darizandinê ji bêşermiya sedsala bîstemîn rizgar bike û li ciyê ku maf dike bide rûniştandin. Dê pêwîstiyên darizandina rastîn bîne cih…”
Full Screen