“…Armanca bingehîn a parêznameya min a DMME ew bû; ez şaristaniyên Rojhilata Navîn û Ewrûpayê rûbirû bikim û li hemberî bûyerên muhtemel biqewimin, bi taybetî Kurdan, bi giştî xelkên herêmê bikim xwediyê alternatîfeke demokratîk. Di vê çarçoveyê de PKK hatibû vekişandin nav sînorên Başûrê Kurdistanê. Dagirkeriya DYE jî rastiya vê helwestê eşkere kiriye. Helwest û nêzîkbûnên ji bo Rojhilata Navîn ku li tevahiya dunyayê têne guftûgokirin, di vê parêznameyê de bi awayekî berfireh hatine danîn. Her roja derbas dibe girîngiya van helwest û nêzîkbûnên hatine desntîşankirin hê baştir eşkere dibin. Di vê parêznameyê de ne dijminahiyeke hişk û çor a şaristaniya Ewrûpayê tê kirin û ne jî helwesteke teslîmwarî ya tê zanîn, heye. Min helwesteke xweser, afirîner û sentezkar bi nazenînî nîşan da.
Min di parêznameya xwe de ku ji Dadgeha Atînayê re pêşkêş kir, pir eşkere nîşan da ka divê mirov mesleyê çawa bigire dest û min bi hostayî nîşan da ku olîgarşiyan gel xistine çi rewşê. Min eşkere li ber çavan raxist ka çawa hewce ye careke din, ji aliyê gelan ve li mesele û pirsgirêkên dîrokî were nerîn.
Ez bi vê parêznameya xwe ya dawî yên beriya wê temam dikim. Ez di vê parêznameyê de destpêkirina pêvajoya guftûgokirina tevlîbûna siyasî û huqûqî ya Asya Piçûk bi YE re li ber çavan digirim. Di serketina pêvajoyê de wê pirsgirêka Kurd rola sereke bilîze. Pîvanên siyasî, demokratîk û mafê mirovan, mumkîne wek pîvanên bingehîn ên çareseriya pirsgirêkê werin dîtin. Lê belê biryara dewlet û hukûmeta Tirkiyê di şûna ji dil bê dîtin, mîna neçariyekê hatiye fêmkirin. Ev helwest, tevî ku tirsa kevneşop a Tirkiyê ji rojava nîşan dide, wê Tirkiyê hewl bide fêm bike. Helwesteke ji dil û azad, wendakirinê bide aliyekî, wê pir mezin bide qezenckirin. Ji damezrandina Komarê ve lîstika bi qerta Kurd a bi Mûsil-Kerkûkê dest pê kir, divê êdî were terikandin. Ji lewra, şoreşên komarê xilikî man, olîgarşî ji rastiyan dûr ket û di roja me ya îro de jî tenê rengê xwe diguhere. Ji bo em bikevin rêya çareseriyê, ji bo yekparebûn û demokratîkbûneke rastîn, hewce ye bi girîngî li ser komara demokratîk û senteza welatiyê azad ê Kurd were rawestîn. Jixwe alternatîfa şaristaniya Rojava ya mafê mirovan û demokrasiyê jî wê ji vê helwestê pêve şens nede helwesteke din.
Wexta pîvanên huqûqa pozîtîf li ber çav werin girtin, ez pir îhtimalê nadim ku bi awayekî ji dil li ser mafên min were rawestîn. Jixwe zemînê aborî-polîtîk ê binê dozê û rastiya mezin a komployê, pir zêde di ser hêza huqûqê re ye. Her weha huqûq bi xwe jî ji bo demeke dirêj siyaseta bi ser sazî û rêzikan e, zêdetir tiştekî din jî nîne. Ev nuqte ji bo DMME jî wisa ye. Lê belê dîsa jî bi karanîna mafê xweparastinê wezîfeyeke huqûqî, siyasî û exlaqî ye. Ev şerê min ê xweparastinê ku şeş sal e dewam dike, yeqîn dikim ku di warê wate û avakirinê de ji xweparastinên min ên berê yên îdeolojîk-polîtîk pir pêşdetir e. Kesên dikarin hinekî din li ser navê mirinê mehkeme bikin divê zanibin xwe jî mehkeme bikin. Kesên hinekî din biparêzin divê zanibin xwe jî biparêzin. Kesên azadiya hinekî din dixwazin divê zanibin xwe jî azad bikin. Bi vî awayî belkî zarokên me yên hîç mafê wan ê azad ji dayikbûnê nebû êdî karibin bigihîjin vî mafê xwe…”