RASTIYA RÊBERTIYÊ

ji aliyê prtadmin

Em rastiya Rêbertiyê di çarçoveya her sê çêbûn û rojbûnên Rêbertiyê de digrin dest. Çêbûn û rojbûna yekemîn, ji dayîkbûna Rêbertiyê ye. Ji bo vê ji dayîkbûnê Rêbertiyê bi xwe biryar nedaye. Ev ji heft saliyê destpêdike heta avêtina hîmê rêxistinê diçe. Çêbûna duyemîn jî ji avabûna rêxistinê destpêdike, hetanî komploya navnetewî berdewam dike. Ya sêyemîn, ji pêvajoya Îmralî destpêdike hetanî vê pêvajoya ku niha em di nav de ne tê.

Rêbertî, ji bo gel û civakê di asta herî jor de, destnîçankirina hest û hizran e, parastina berjewendiyên wan e, ji bo pêçdebirina gel û civakê çalakî û amûr pêçxistin e. Herwiha ji bo vê amadekirina kadroyan û pêçxistina wan, fêmkirina pirsgirêkan û çareserkirina wan e. Mirov bi awayekî giçtî dikare terîfeke wisa ji bo rêbertiyê bike: Manedayîna her tiçtî ye.

Cardin mirov dikare bêje rêbertî nirxên ku di sîstemekî de komî serhevbûne ye. Dîsa rêbertî ew e ku dema xwe ya borî û ya niha tê de, cihê ku tê de, çertên ku tê de, zor û zehmetiyên wan derbas dike, paçerojê li ser van bingehan di kesayeta xwe de temsîl dike.

Di kesayetekî de gelek û dîrokek pêkanîn e û dîsa di tevahiya van de civak û dîrok di kesayeta xwe de pêkanîn e. Di kesayetekî de gelek, tevgerek û dîrokek pêkanîn e. Dîsa Rêbertiya Apoyî, li Kurdistanê bi Rêber APO re, li diji ew pêçengtiyên ku hatine ji rêderxistin, pêngava civaka jêrîn pêç de birin e. Rêbertiyeke li ser bingehê azadiyê, demokrasiyê û wekheviyê pêçxistin e. Rêbertiya Apoyî, di her dem û qonaxa dîrokê de bi berxwedaniya hemû gelên bindest re xwe dike yek û bi vê serwextbûnê di pratîkê de gav diavêje. Rêbertiya Apoyî, li dijî ew pêçengtiya ku desthilatdariyê esas digire, pêçxistin û derxistina pêçengtiya gelan û azadiyê ye.

Rêbertiya Apoger, sentezkirina wan aliyên pêçengtiyên Rojava û Rojhilat yên baç e. Li ser wî bingehî pêçxistina pêçengtiyeke nû ye. Rêbertiya Apoyî, li dijî wê pêçengtiya ku li ser bingehê dewlet, desthilatî û çer pêçketiye ye. Derxistina pêçengtiya ku nirxê demokratîk û komînal ji bo xwe bingeh digire ye. Û ew kesayet e ku civakekî li ser bingehê demokrasî, ekolojî, azadiya jinê ji bo xwe bingeh digire û çêdike.

Full Screen

Şunları da inceleyebilirsiniz

-
00:00
00:00
Update Required Flash plugin
-
00:00
00:00