ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ

ji aliyê prtadmin

Gelek beşên têkoşîna me yê azadiyê hene. Her tiştî li benda gerîla hiştin dibe? Şerê Gel ê Şoreşgerî yekpare ye. Gel, her yek mirovek, di nava vê de bi vê an jî bi wê awayî cih bigire û divê tiştê bikeve ser milê wan bikin. Li derveyê beşa leşkerî ya têkoşîna me, heşt-neh beşên din jî hene. Mînak beşa civakî- sosyal û hwd. heye. Kîjan beşa têkoşînê hebe, divê ji bo wê her tiştî bike. Mesela beşa aboriyê, çima nayê pêşxistin? Ev pir girîng e. Di vê mijarê de çima divêtiyên pêwîst nayên kirin. Dîsa beşa Çand-Huner heye. Hema bêje tecrubeyek 50 sal çêbûye. Hunera Şoreşa Azadiyê bi awayek rasteqîn li ku derê ye.Heya niha di hêla Çand-Hunerî de xebatek cidî hatiye kirin? Di cewher de hêj tu tişt nehatiye kirin. Baş e, ewqas însan di nava xebatên Çand-Hunerê de ne, çi dikin? Ka li ku ye, xebat û afirîneriyên çand- huner ên şoreşê? Helbûkî divê heya niha gelek xebatên mezin hatibûna kirin. Lê, li holê ye tiştek nehatiye kirin. Ez vana çima diyar dikim? Qendîl di kîjan rewşî de ye, min xwest bi vî awayî diyar bikim.
Pirtûka pencemîn a dawî ev çend salin di destê wan de ye. Min di wir de ji bo sîstema xwe pêş bixin neh-deh beşên wê min xwestibû pêş bixin. Baş e çikirin? Ez ewqas serê xwe pê re diteqînim, ji lêhûrbûnê êş dikeve serê min, ligel ewqas nêrîn-raman pêş dixim, ji van nêrînan bi awayek rast û dirûst sûdwergirtin, nirxandin nîne. Ne tenê ji beşa leşkerî, ji wan heşt-neh beşên din jî bi awayek rast tiştekî nakin. Gelê me, însanên me ewqas di hêla aboriyê de zahmetî û pirsgirêkên mezin jiyan dikin. Ji bo vêya derbas bikin çi dikin? Zanebûnek têkoşîna azadiyê ya muazam çêbûye. Lê di wateya çand, hunerî de afirîneriya têkoşîna azadiyê de pêşketin çênakin. Me hêza ramaniya mezin derxist holê. Lê ev şerê me yê hebûn û azadiyê, li ser esasê armanca Şoreşa me ya Azadiyê nikarin binirxînin. Lazime ev were fêmkirin, têgihiştin. Heya niha, wekî ku ez dixwazim tiştek nehatiye kirin. Tevgera Azadiya Kurd, piştî ewqas tiştî wekî nêrîn tiştên min diyar kirî divê pêkanîbûna. Ez bawerim pir vekirî û zelal diaxivim. Divê ev were fêmkirin, têgihiştin û bixin meriyetê.

Full Screen
-
00:00
00:00
Update Required Flash plugin
-
00:00
00:00